Kürtçe/Kurdî

Bijî Newroz, Bijî Kurdistana Azad

Partîyê Komunîst ê Marksîst Lenînîst/Kurdistan (MLKP Kurdistan), 

Gelê me yê Kurd; gelên Rojhilata Navîn ên ku li dijî zilmê, zordestan, her cure înkar û tunekirinê li ber xwe didin, cejna me ya Newrozê pîroz be.

Karker, kedkar û bindestên Ermen, Asûrî, Suryanî, Keldanî, Tirkmen, Çerkes, Durzî, Elewî û Xiristîyanên Rojhilata Navîn û Kurdistanê yên ku li dijî zilm, mêtingehkarî, tevkujî, zordestî û komkujîyan li ber xwe didin cejna me ya Newrozê pîroz be.

Jinên Kurd ên Rojavayî yên ku meşxela azadîyê ya Kawayê Hesinkar bi şoreşa jinê ra kirin yek, jinên ji her netew û bawerîyan ku li dijî dewletên mêrperest ên cîhadîst, zorbaşane, faşîst, paşverû û li dijî sîyaseta wan a dijminatîya jinê li ber xwe didin, şer dikin û agirê azadîyê ji welat digêhênin welatên din cejna me ya Newrozê pîroz be.

Bargirên nebez ên agirê azadîyê, ciwanên senger, berbest-barîkat, berbajar, kampûs, febrîqe, qad, deşt û çîyayan, ciwanên Rojhilata Navîn Newroza me pîroz be.

Welatê me Kurdistan û tevahî axên Rojhilata Navîn bi dehan salan e ji alîyê mêtingehkar û dagirkeran ve rastî êrîşan tê, tê şewitandin û hilweşandin. Bi tevkujî û komkujîyan gelê me rastî jenosîdan tê anîn. Dewleta Tirk a faşîst, qetlîamker, jenosîdkar, dagirker, mêtingehkar, teva emperyalîstan li her cihê ku Kurd lê ne, li her parçeyê Kurdistanê dixwaze daxwaza azadîyê û destkeftinên gelê me tune bike.

Dewleta Tirk a faşîst, dagirker, mêtingehkar, daxwazên neteweyî û statûyê ya gelê me bi cih nayne. Dixwaze cewhera têkoşîna me tesfîye bike. Lê nikare serkeftî bibe. Dema ku dixwast biherifîne bixwe hat asta herifînê. Rejîma şefitîya faşîst, li dijî berxwedana me ya biîsrar, biryardar û fidakar mecbûr ma ku li zindana Îmraliyê bi rêberê gelê Kurd Abdulah Ocelan ra hevdîtin çêbike.

Partîyê me MLKPê bi awayekî pihêtkirî parastina nêrîna me ya jêvenegerîya mafa yekîtîya neteweyî û mafa wekhevî û azadîya neteweyî” îlan kir ku em daxwazên demokratîk ên neteweyî yên ku bi bangewazîya ‘aştî û civaka demokratîk’ tê xwestin piştgirî dikin. Em weke MLKP Kurdistan dîyar dikin ku em ê vê perspektîfê di xeta xwe ya welatparêzîya sosyalîst da ava bikin. Em bangewazîya bi mîlyonan kesên bindest ên ji bawerî û tevahî neteweyan ên herêma me dikin ku, li dijî rejîma mêtingehkar a faşîst têkoşînê bilind bikin.

Dema ku emperyalîst û destpêkê dewleta Tirk û Îsraîl û dewletên faşîst ên mêtingehkar ji bin pîyan heta nava serî çekdar dibin, dixwazin têkoşîna çekdarî ya gelên bindest binaxî dîrokê bikin. Her tim gelên rêxistinkirî, çekdar û gelên ku li ber xwe didin bû tirsa dewletên kapîtalîst emperyalîst. Dê ev tirs berdewam bike.

Emperyalîzma kapîtalîst, berê xwe daye ku qeyrana xwe ya hebûnî bi şerekî cîhanî çaresar bike. Di şerê cîhanî yê yekemîn ê sedsala 20emîn da asta rêxistinîbûn û hişmendîya neteweyî ya Kurdan têra avakirina Kurdistanê nekir. Kurd bi tecrûbeya şer, rêxistinbûn û hişmendîyeka nû ketin ev heyama ku nakokî û pevçûnên navbera emperyalîstan di vê astê da pêş ketine û nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve şêwe digire. Di ev şertên Rojhilata Navîn û cîhanê da xwedî hemû derfetên ku mafên kolektîf ên demokratîk bizivire statûyê. Ev asta ku bi têkoşîn û fidakarîyên mezin hatîye bidestxistin, xwedî girîngîyeka dîrokî ye.

Gelê me li çar parçeyan mafên xwe yên neteweyî yên demokratîk bi wesf û şêweyên cuda bi dest xist. Ev destkeftin ji bo avakirina Kurdistana azad, yekbûyî û serbixwe bingeh amade dike. Gelê me rêxistinkirî ye, gelê me bîrdar e, gelê me çi dixwaze dizane. Gelê me li Rojava astek bi dest xist, şoreşa jinê pêk anî. Li Başûr û Rojhilat qasî ku tu carî nebûye hişmendîya neteweyî û rêxistinbûnîyê bi dest xist. Li Bakur têkoşîna diran bi diran berdewam e. Gelê me meşxela berxwedanê ku ji Kawayê Hesinkar dewr girtîye bi azadîyê tacîdar dike. Li pişta fermandarê giştî yê Hêzên Sûrîye yên Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdîyê ku bi El Colanî ra li heman meseyê rûnişt vîna gelên bindest û gelên ku tê înkarkirin heye. Li pişta El Colanî jî yên ku Êzidî, Kurd, Elewî qetilkirin hene, berpirsîyartîya bi hezaran elewîyên ku li Humus, Hama, Tertûs û Lazkîye hatine qetilkirin heye. Dê ev tu carî neyên jibîrkirin. Dê di hêrs û sonda tolhildanê ya gelên me da hebûna xwe berdewam bike.

Îsraîla sîyonîst a ku dibêje ew destê xwe dirêjî Durzî û Kurdan dikin dîsa dest bi êrîşa li Xezayê kir. Hikûmetê Netanyahû yê ku kujerê bi hezaran Filistînîyan e, tu car nikare bibe dostê gelên bindest. Em êşa gelê Filistînê bi awayekî herî kûr hîs dikin.

Dewleta Tirk a faşîst li Tişrînê, Qereqozax, Kobanê, Zap, Xakûrkê, Metîna bi armanca tunekirina Kurdan êrîşên xwe berdewam dike. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkîye sîyaseta ku di bingeha tesfîyekirina sîyasî û radestîyê tê meşandin berdewam in.

Kapîtalîzma emperyalîst dixwaze ku tevahî nirxên cîhanê ji nû ve û bi awayekî nû îstîsmar bikin û parve bikin. Her parçeyê cîhanê ji alîyê emperyalîst û hevkarên wan ve hat zivirandin qada şer. Ked, jin, xweza her tişt bi awayekî bêrehm tê îstîsmarkirin. Çi tiştê mirovî hebe bi her cure amûr û sîlehan tê parçekirin û tê tunekirin. Axên Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî bi zêdeyî para xwe ji van êrîşan digire. Kapîtalîstên emperyalîst û hevkarên wan ruxmê ku her cure amûrên tundî û zordarîyê bi kar tînin, nikare gelên bindest, jinan, karkeran teslîm bigire, nikare wan tesfîye bike. Wayê Kurdistan, wayê Filistîn. Kapîtalîzm ne di cîhanê da, ne li Rojhilata Navîn ne jî li Kurdistanê nikare qeyrana xwe ya hebûnî çaresar bike. Nakokîyên zayendî, neteweyî, çînî bi tunehesibandin û sergirtinê nikare ji holê bên rakirin. Ev nakokî, encax di şertên ku pergala kapîtalîst emperyalîst ji holê bên rakirin û di şertên sosyalîzmê da dikarin bigêhêjin çaresarîya xwe ya rast.

Em ê weke MLKPê Kurdistan; hemû destkeftinên şoreşa Rojava biparêzin û ji bo Sûrîyeka demokratîk; li Bakurê Kurdistanê ji bo aştîya dadmend birûmet demokratîk û ji bo şoreşa yekbûyî têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê li gel serhildana “Jin Jîyan Azadî” ya ku ji Rojhilat belavî tevahî cîhanê bûye cih bigirin.

Di Newroza 2025an da ji bo tunekirina feraseta dagirker û mêtingehkar; em ji bo bi hev ra mezinkirina xweparastin û berxwedanê bangewazîya gelên me yên ji neteweyên Kurd, Ereb, Tirk, Fars, Suryan, Asurî, Ermen, Keldanî û çerkes, gelên me yên ji bawerîyên Elewî, Êzidî, Durzî, Misliman û Xiristîyan dikin.

Em di Newroza 2025an da, ji Filistînê heta Kurdistanê banga tevahî gelên Rojhilata Navîn dikin ku berxwedana şoreşger mezin bikin û ji bo bidestxistina azadîya bi mîlyonan kesan bangewazîya berxwedana hevbeş dikin.

Silav ji yên ku li dijî kapîtalîzm, mêtingehkarî, dagirkerî û serdestîya mêr li ber xwe didin, têdikoşin û serî natewînin.

Bijî Newroz, Bijî Sosyalîzm

Aştîya dadmend birûmet û demokratîk

Bijî yekîtîya dildar, azad û wekhev a gelan

Bijî Kurdistana Azad